Hikûmeta Îraqê raportek derbarê bûyerên agir pêketina zeviyên çandiniyê de belav kir û di raportê de hatiye nivîsandin ku heta niha zêdetir ji 48 hezar donim zeviyên çandiniyê hatine şewtandin.
Li gor amarê ku ji aliyê berevaniya medenî ya Îraqê ve hatiye belavkirin, ji 15 meha Adara 2019an heta 15ê Hezîrana 2019an bi giştî 307 bûyerên agir berbûnê qewmîne.
Di beşeke din ya raporta han de hatiye diyarkirin ku jiber wan bûyeran bi giştî 48 hezar û 370 donim zeviyên çandiniyê hatine şewitîn û 1 miliyon û 753 hezar û 147 donim jî ji şewatê hatiye rizgarkirin.
Di berdewamiya raportê de hatiye şekere kirin ku 77 ji wan bûyeran jiber elektirîkê, 39 bûyer bi zanebûn, 32 bûyer jiber pilên agirê, 24 bûyer jiber agira cigereyan û 36 bûyerên din jî çavkaniya wan agirê derekî û 99 bûyerên din jî hîna sedemên wan nehatiye zanîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin