Duhê êwarê li Bexdayê jiber bûyereke agir pêketinê herî kêm 20 tirimbêl şewitîn.
Di vê derbarê de çapemeniya Îraqî belav kir ku duhê êwarê di nava parking nexweşxaneyeke Bexdayê de bûyereke agir pêketinê qewmiye.
Li gor çapemeniya Îraqê di bûyera han de herî kêm 20 tirimbêlên xelkî şewitîne û çend welatî jî jiber dûmanê rastî bêhin tengiyê hatine.
Hîn jî sedema vê bûyerê nehatiye zelalkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin