Rojnamegera feminîst, Ayşe Duzkan ji 29ê Kanûna Paşiyê û vir ve girtî bû.
Rojnamegera feminîst, Ayşe Duzkan hatiye tahliyekirin. Ji ber ku bûbû Berpirsa Weşana Giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê 18 meh cezayê girtinê li Duzkanê hatibû birîn. Duzkan ji Girtîgeha Eskîşehîrê hatiye tahliyekirin.
Li gor nûçeyeke biyanetê Duzkan, di Gulana 2019ê de şandibûn Girtîgeha Vekirî a Eskîşehîrê. Utku Çakirozer, Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) 8ê Hezîrana 2019ê serdana Duzkanê kiribû. Çakirozerî gotibû ku belgeyên Duzkanê yên ji bo mehkûmiya li derveyî girtîgehan li şûna bişînin Eskîşehîrê şandine Hendekê. Ji ber wê jî Duzkan di dema cejnê de neçar mabû girtî bimîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin