Li gor jêderên nûçeyan yên cîhanî, duhê bi şev li gundeke welatê Malî êrîşek pêk hatiye û di encam de herî kêm 95 kes hatine kuştin.
Jêderên welakarî yên herêma Kundo diyar kirine ku duhê bi şev hijmareke çekdar êrîşî ser gundê Sobane-Kou ya ser bi herêma Kundo kirine û di encama êrîşa han de herî kêm 95 kes hatine kuştin.
Ji aliyeke din ve tê gotin ku hijmara kuştina ji 100 kesan zêdetire.
Herêma Kundo herêmeke ku têde pêkhateyên etnîkî yên weke Dogon dijîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin