Li gor nûçeyeke Bloombergê yaku wezareta berevaniya Tirkiyeyê jî pişt rast kiriye, duhê wekîlê wezareta berevanî ya Amerîkayê Patrick Shanahan nameyek ji wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê re şandiye.
Patrick Shanahan di nameya han de ji wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê re bi eşkere gotiye: Tenê du meh derfeta we heye daku rêkeftina kirîna mûşekên S400 hilweşînin.
Shanahan herwiha eşkere kiriye ku eger Tirkiye rêkeftina xwe ya li gel Rûsyeyê hilweşîne vê demê vê Amerîka û endamên din yên NATOê pêdiviyên Tirkiyeyê dabîn bikin.
Shanahan di berdewamiya nameya xwe de bi eşkere nivîsandiye: Eger Tirkiye di nava du mehan de rêkeftinê hilneweşîne vê demê vê Amerîka û welatên din yên endamên NATOê dorpêçan li ser Tirkiyeyê deynin ku yek ji wan dorpêçan jî der xistina Tirkiyeyê ji proje û bernameya balefirên F35 e.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin