Rûsya: Emê di nava du mehan de destpê bikin

dibêje vê radest kirin li gor bernameyê pêk were
کوردستان TV
100%

Rayedarê kompaniya pîşesaziya berevanî ya nîştimanî ya Rûsyayê Rosteh, Sergey Çemozov derbarê radest kirina pergala berevaniya mûşekî ya S400 bi Tirkiyeyê daxuyanî da.

Sergey Çemozov ragihand ku rêkeftina Tirkiye û Rûsyayê ya bo kirîna mûşekên S400 weke xwe berdewame û her tişt li gor bernameyê pêşve diçe.

Çemozov anî ziman ku Rûsye bo radest kirina S400 bi Tirkiyeyê xwe amade kiriye û vê di nava du mehan de S400 werin radestkirin.

Weke tê zanîn ku di navbera Amerîka, NATO û Tirkiyeyê de jiber kirîna S400ên Rûsî qirîzeke aloz heye û tê payîn bi radest kirina S400an vê qirîza han gelek aloztir bibe.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.