Li gor rayedarên Amerîkayê, eger Tirkiye dev ji kirîna pergala berevanî ya S400 ber nede, vê demê vê prosesa perwerde kirina balefirvanên Tirk ya li ser balefirên F35 yaku niha li Amerîkayê didome, tê rawestandin.
Ajansa nûçeya ya Reutersê li ser zarê çend berpirsên bilind yên Amerîkayê veguhastiye ku eger hikûmeta Tirkiyeyê di wan rojan de bi temamî dev ji kirîna pergala mûşekî ya S 400 a Rûsî bernede, vê demê Amerîka jî bi temamî prosesa perwerde kirina balefirvanên Tirk li ser bikaranîna balefirên F35 radiwestîne.
Weke tê zanîn ku beriya çend rojan Amerîka du hefte dem dabû Tirkiyeyê daku dev ji S400an berde, beruvajî vê Amerîka dorpêçan li ser Tirkiyeyê deyne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin