Serokê Amerîka Donald Trump serdana xwe ya Japonya, ku çar rojan ajot, temam kir.
Li gor nûçeyeke voayê Trump û Serokwezîr Japonya Shinzo Abe diyar kirin ku her du dewlet divê hevkariya leşkerî ya di navbera xwe de xurt bikin.
Abe, roja Sêşemê di nava gemîyeke helîkopteran de pêşwaziya Trump kir.
Li ber e ku heman gemî piştî demeke kin bo firokên F-35 yên Amerîkî were karanîn.
Her du serokan bê ku navê Çînê bidin behsa xirabbûna ewlekarîya li herêmê kirin û dan zanîn ku Amerîka û Japonya dê dijî gefan berevaniya xwe xurttir bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin