Li gor jêderên taybetî ji devera Pîranşar ya li Rojhilatê Kurdistanê, hêzên rejîma Îranê şerê hev kirine û di şer de herî kêm 4 endamên hêzên sînorparêz yên Îranê hatiye kuştin.
Jêder behsa vê yekê kirin ku beriya du rojan hêzên sînorparêz yên Îranê li devera Şîniek ya ser bi Pîranşarê ketine kemîna hêzeke din ya leşkerî a Îranê û di navbera wan de pevçûn qewmiye û di encama pevçûnê de herî kêm 4 endamên hêzên sînorparêz yên rejîmê hatine kuştin.
Jêder behsa vê yekê kirine ku bûyer bi şew qewmiye û hêzên rejîma Îranê bi şaşî şerê hev kirine jiber hêza ku ketiye kemînê ji aliyê hêzên ku kemîn danîne, weke hêzên Kurdî hatine hesbandin jiber vê yekê şerê wan kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin