Duhê wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf serdana Îraqê kir û li Bexdayê li gel rayedarên Îraqê civiya.
Li gor zaniyariyên berdest wezîrê derve yê Îranê li gel Serokkomar û Serokwezîrê Îraqê civiyaye û di wan civînan de mijara ku li ser hatiye peyvîn, aloziyên navbera Amerîka û Îranê bûye.
Li gor zaniyariyan, Zerîf eşkere kiriye ku Îran ji rewşa heyî gelek bifikare û ji vê yekê ditirse ku şerê navbera Amerîka û Îranê destpê bike.
Zerîf daxwaz ji rayedarên Îraqê kiriye daku peyama Îranê bigehînin Amerîkayê û bêjin Îran bi ti awayî naxwaze şerê Amerîkayê bike.
Herwiha hate zanîn ku di civînan de hem aliyên Îranî û hem jî aliyên Îraqî behsa vê yekê kirine ku vê hewl bidin daku şer ji deverê dûr bixin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin