Piştî belav bûna hin nûçeyan ku behsa vê yekê dikirin Serokê Amerîkayê Donald Trump hewl daye daku li gel rayedarên Îranê giftûgo bike, duhê bi şev Serokê Amerîkayê twitteke din avêt û got: Ev nûçeyên han ne rastin.
Trump nivîsandiye ku ti hewldaneke min bo giftûgo kirinê li gel rayedarên Îranê tuneye û dema Îran bo diyalogê amade bû vê demê têkilî li gel me deyin û heta vê demê jî jixwe abûriya Îranê vê têk biçe.
Weke tê zanîn di çarçoveya qirîza navbera Îran û Amerîkayê de duhê dîplomatkarekî Îranî diyar kiribû ku Serokê Amerîkayê bi rêya welatên deverê hewl dide li gel raberê Îranê bicive.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin