Wezareta tendirostî ya Kurdistanê diyar kir ku komîteyên ser bi wezaretê yên bo diyar kirina buhayê tevahiya dermanan û yek xistina buhayê dermanan li seraserê Kurdistanê li ser erkê xwe berdewame.
Peyvdarê wezareta tendirostiya Kurdistanê Dr, Xalis Qadir diyar kir ku kar û pîwerdariyên komîteyên wezareta tendirostî ya Kurdistanê bo diyar kirin û yeksan kirina buhayê dermanan li seraserê Kurdistanê didome û dixwazên buhayê tevahiya dermanan diyar û yeksan bikin.
Qadir eşkere kir ku piştî diyar kirina buhayê, her kes anjî her aliyek ku dermanên buha bide welatiyan anjî dermanan bi buha bifiroşe vê were cezakirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin