Îraq jî sîstema S400 ji Rûsyeyê dikire

heta niha ti rêkeftin îmze nekirine
کوردستان TV
100%

Balyozê Îraqê yê li Rûsyeyê diyar kiriye ku hikûmeta Îraqê dest bi amadekarî bo kirîna pergala berevaniya mûşekî ya S400 ji Rûsyeyê dike.

Balyozê Îraqê yê li Rûsyeyê Heyder Hadî Mendûr diyar kiriye ku gelek ji kompaniyên Rûsî amdebûna xwe bo kar kirin li Îraqê diyar kirine û Îraq û Rûsye vê têkiliyên xwe di her warî de bihêztir bikin.

Hadî Mensûr herwiha diyar kiriye ku heta niha di navbera rayedarên Îraq û Rûsyeyê de çend civîn hatine lidarxistin û di wan civînan de rayedarên Îraqê xwesteke xwe ya bo kirîna pergala mûşekiya S400 ji Rûsyeyê diyar kirine lêbelê heta niha li ser vê mijarê ti lihev hatin û nexşe rêyek nehatiye amadekirin.

 

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.