Artêşa Amerîkayê navendeke nû ya leşkerî ava dike

dibe navenda hêzên asmanî
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên ewlekarî yên Îraqê hêzên Amerîkî dest bi amadekarî bo ava kirina navendeke nû ya leşkerî li Enbarê kirine.

Li gor jêderên ewlekarî yên li parêzgeha Enbarê, hêzên Amerîkî çend car serdana devera În Esed ya li başûrê Parêzgeha Enbarê kirine û li deverê de keşfên curbicur kirine û cara dawî biryar dane li devera În Esed navendeke leşkerî ya nû ava bikin jiber vê yekê ev dever niha weke devereke leşkerî hatiye ragihandin.

Heman jêder diyar kir ku ev navenda han taybet dibe bi hêzên asmanî yên Amerîkayê.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.