Rojnameya WSJ raportek derbarê aloziyên navbera Îran û Amerîkayê de belav kiriye û di raportê de behsa vê yekê kiriye ku çend jêderên pile bilind yên di nava wezareta berevanî ya Amerîkayê de, behsa vê yekê kirine ku amadekariyên Îranê yên bo êrîş kirine ser hêzên Amerîkî zêdetir bûne.
Di berdewamiya raportê de behsa vê yekê hatiye kirin ku piştî şandina keştiya şerê ya Amerîkayê bo kendavê, amadekariyên Îranê yên bo êrîş kirine ser hêzên Amerîkî yên li Îraq û Sûriyeyê zêdetir bûne.
Herwiha rayedarên Amerîkî jî gefa vê yekê kirine ku her êrîşek ku li dijî hêzên wan li her deverekê pêk were, vê Îran jê berpirsiyar be û bersifeke dijwar jêre were dayîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin