Li gor jêderên nûçeyan yên Îranî, dadgeha Îranê cezayê girtinê daye birayê Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî.
Di vê derbarê de ajansa ISNA ya Îranê belav kir ku duhê li Tehranê dadgeha Îranê bi tawana gendelî kirinê cezayê girtinê bo birayê Serokkomarê Îranê Husên Feredûn.
Ev doza Husên Feredûn vedigere bo sala 2016an lêbelê ji aliyê muhafizekarên Îranê ve doz dîsa ketiye rojevê û dadgehê jî biryara xwe li ser dozê daye.
Lê birayê Rûhanî dikare di dadgeha wenêrînê de îtîraza xwe li dijî vê biryarê bide.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin