Wezareta berevaniya Amerîkayê belav kir ku hewldanên Amerîkayê yên bo razî kirina Tirkiyeyê bo ku dev ji kirîna sîstema berevaniya mûşekî ya S400 berde, didomin.
Li gor daxuyaniya wezareta berevaniya Amerîkayê, heta niha ev hewldanên han negehêştine encam lêbelê Amerîka berdewam dibe û pilaneke xwe ya taybet jî heye.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku eger Tirkiye li ser kirîna S400an bi îsrar be vê demê Amerîka Tirkiye ji projeya F35an der dixe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin