Maduro: Rayedarên artêşê piştgiriya min dikin

Amerîka jî dibêje em piştgîriya xelkê dikin
کوردستان TV
100%

Serokê Venezuela Nicolas Maduro ser bûyerên dawî yên li Karakas ya paytext axifî.

Maduro da zanîn ku ew bi rêberên artêşê re axifiye û diyar kir ku fermandar ligel wî ne.

Wî bang li gel kir ku piştgiriyê bidin wî û got ku Emê bi ser kevin.’’

Li gor nûçeyeke voayê Rêberê opozîsyonê Juan Guaido li Caracas ya paytext ligel hin leşkeran derketibû kolanan û îdia kiribû ku ew jî dijî Nicolas Maduro tev li wî bûne.

Wezîrê Derve yê Venezuela Jorge Arreaza ji ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku li welêt ti darbe çênebûne û da zanîn ku opoezîyon bi piştgirîya Amerîka di hewildana darbeyekê de ye.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.