Li gor zaniyariyên berdest ev şûnpêya han li Şîlî hatiye dîtin û kevintirîn şûnpêye li Amerîkayê.
Li gor raporteke govara PLOS ONE ku govareke zanistiye, ev şûnpêya han beriya 9 salan li devera Pilauco ya ser bi bajarê Osorno ku devereke erdkolojîkiye hatiye dîtin.
Di berdewamiya raporta han de behsa vê yekê hatiye kirin ku ev şûnpêya han bo 16 hezar sal beriya niha vedigere lêbelê hîn nediyare ku ev şûnpê şûnpêya mirove anjî ya heywanane û lêkolînên li ser vê mijarê hîn jî didomin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin