Serokê Amerîka Donald Trump diyar kir ewê welatê xwe ji Peymana Bazirganiya çekan ya navneteweyî vekişîne.
Li gor nûçeyeke voayê Trump li Indianapoli di civîna Yekîtiya çekan ya neteweyî de got ku ewê wê peymanê nepejirîne û ji Civata Senatoran jî xwest ku peyvajoya pejirandinê rawestîne.
Wî da zanîn ku ewê di demekê nêz de nameya vekişînê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re bişînin.
Peymana Bazirganîya Çekan ya Navneteweyî di sala 2013’an de ji aliyê serokê berê Barack Obama ve hatibû îmza kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin