Piştî 37 salan cenazeyê leşkerekî wenda yê Îraqê hate dîtin

di şerê navbera Îran û Îraqê de hatiye kuştin
کوردستان TV
100%

Rayedarên Parêzgeha Mîsanê ya Îraqê ragihandin ku cenazeyê leşkerekî wenda yê Îraqî yê ku di dema şerê navbera Îran û Îraqê de wenda bûye, hatiye dîtin.

Rayedarên parêzgeha Mîsanê diyar kirin ku ev cenaze ji aliyê lehî ve ji nava axa Îranê bo Îraqê hatiye veguhastin û jiber hijmara nava milê leşker û çend amûrên din yên vî yên taybetî ev cenaze hatiye nasîn.

Jêder dibêjin ku navê vî leşkerî Ebdulemîr Hecî Cebar Cadiriye ku li nêzî bajarê Muşereh ya li Parêzgeha Mîsanê di dema kêm bûna lehiyê de hatiye dîtin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.