Li Sri Lankayê herî kêm 400 kes bûne qurbanî

li gor zaniyariyên destpêkê 129 kes hatine kuştin
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên nûçeyan di encama teqîna 6 bombeyan li Sri Lankayê herî kêm 300 kes bûne qurbanî.

Îro danê sibê di dema birêvebçûna cejna Qiyameya Hz Mesîh li Kolomboya Paytexta Sri Lankayê de sê bombe di nava kilîseyekê de û sê bombeyên din di nava hotêlekê de hatine teqandin û di encama wan her 6 teqînan de herî kêm 129 kes canê xwe ji dest dane û 280 kesên din jî birîndar bûne.

Jêderên nûçeyan li ser zarê rayedarên Sri Lankayê belav kirin ku birîna hijmareke zêde ji birîndaran gelek xedare jiber vê yekê fikar hene ku hijmara miriyan hîn zêdetir bibe.

Heta niha ti alî anjî tevgerek berpirsiyartiya wan êrîşn negirtiye ser xwe.

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.