Serokê Kurdistanê Sor, niştîmanperwerê Kurdistanê Wekîl Mustafayev koça dawî kir.
Nivîskar û Rojnameger Hejarê Şamil li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand ku niştîmanperwerê Kurdistanê, welatparêzê bêhmpa Wekîl Mustafayev koça dawiyê kiriye:
” Îro 19 nîsana 2019ê salê welatparêzê Kurdistanê, niştimanperverê bêhempa Wekil Mustafayev ji me xatir xwest çû. Hişk bû, bi prensip bû, şaşnebar bû, tu cara ji nêrîna xwe pêve berneda.”
Wekîl Mustafayev herî dawî li Îtalyayê dima.
WEKÎL MUSTAFAYEV KÎ YE?
Wekîl Mustafayev di 1938an de li Semerkanta Ozbekistanê hatiye dinyayê. Mustafayev ji Kurdên Celalî ye 17 saliya xwe de beşdarî Artêşa Rûsyayê bû. Perwerdehiya bijişkî dît lê bijişkî nekir. Di navbera salên 1955-1963yan de di Artêşa Rûsyayê de cih girt. Di sala 1967an de ji fakulteya hiqûqê derçû. Di sala 1992yan de Kurdistana Sor ragihand lê heman salê rêveberiya wê belav bû.
KURDISTANA SOR KÛ DE RE?
Kurdsitana Sor di navbera salên 1923-1929an de bi navê ‘Qezaya Kurdistanê’ xwediyê statuyeke nîv-xweser bû û piştî salên 1030yî bu çar bajaran bi navê Laçin, Kubatli, Kelbecer û Zengilan. Paşê statuya xweser a Kurdistana Sor ji holê hat rakirin û di sala 1992yan de car din bi tevger bû.
Tevgera Azadiya Kurdistanê ya Kafkasyayê, di sala 1992yan de damezirandina Kurdistana Sor ragihand lê di heman salê rêveberî belav bû.
PeyamaKurd
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin