Mamoste Ayşe dîsa hate girtin

hîn jî 15 meh ji cezayê vê mane
کوردستان TV
100%

Mamoste Ayşe Çelîk ku mamosteyeke Kurd û xelkê Amedê ye, jiber ku di dema beşdarî kirin di bernameyeke raste rast ya tvêyeke Tirkiyeyê de gotibû êdî bila zarok neyên kuştin, hatibû girtin, dîsa bi biryara dadehê bo girtîgehê hate şandin.

Dozgerê giştî yê Tirkiyeyê gotinên mamoste Ayşe yên weke êdî bila zarok neyên kuştin û dayik negirîn, weke propagend kirin bo terorê nasandibû jiber vê yekê jî ceza dabû mamoste Ayşe.

Mamoste Ayşe û keça xwe ya biçûk piştî çend mehan ji girtîgehê hatin azadkirin lêbelê duhê bo ku 15 mehên din di girtîgehê de bimîne, ji aliyê polîsan ve hate girtin û bi girtîgehê hate şandin.

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.