Duhê civata parêzgeha Neynewayê civiya û di civînê de behsa çend mijaran hate kirin.
Di berdewamiya civîna han de raporta ku ji aliyê komîteya taybet ya lêkolîn kirin li ser bûyera binav ketina belemê di roja 21ê Adarê de, hate xwendin û li gor raportê ku ji aliyê komîteyê ve hatiye amadekirin 6 kes û dezgehên curbicur di bûyerê de berpirsiyarin.
Her di heman civînê de biryar hate dayîn daku spasnameyek were amade kirin û pêşkêşî Kurdistanê were kirin. Di civînê de behsa hevkariyên Kurdistanê yên bo xelkê Neynewayê hatiye kirin û ev hevkariyên han jî bi girîng hatine wesifkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin