Pasdarên Îranî bertîlê li xelk distînin

heta niha hijmarek ji wan pasdaran hatine girtin
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, ev demeke ku li piraniya bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê endamên spaha pasdaran ya Îranê hîn bûne ku bertîlê li xelkê bistînin.

Jêder behsa vê yekê kirine ku li bajarê Pîranşarê, hijmareke pasdarên Îranî yên ku ji xelkê betîl stendine, ji aliyê xelkê ve hatine eşkere kirin lewre spaha pasdaran jî jiber ku xelk li dijî dest bi çalakiyan neke, ev pasdarên ku bertîl stendine, binçav kiriye.

Jêder diyar kirin ku heta niha çar ji wan pasdaran yên ku xelkê Pîranşarê ne hatine girtin û hîn jî çend pasdarên din yên ku bertîl stendine nehatine girtin.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.