Amerîka û Tirkiye kêşeya S400an çareser nekir

şanda tirkî nikariye aliyên Amerîkî razî bike
کوردستان TV
100%

Li gor raporteke rojanemya Wall Street Journal di wan rojan de şandeke Tirkiyeyê serdana Amerîkayê kiriye û li gel hijmareke rayedarên Amerîkayê hevdîtin pêk aniye.

Di raportê de behsa vê yekê hatiye kirin ku şanda Tirkî di hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Amerîkî de behsa damezrandina pergala berevaniya mûşekî ya S400 a Rûsî li Tirkiyeyê bo aliyên Amerîkî kiriye lêbelê nikariye aliyên Amerîkî li ser vê mijarê razî bike.

Di beşeke din ya raportê de hatiye nivîsandin ku kêşeya S400an hîn jî weke xwe ye û Amerîka û Tirkiye nikarîne kêşeya han çareser bikin.

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.