Jeffrey: Em û Tirkiye li ser herêmeka bi ewle dixebitin ku YPG lê nebe

nakokiyên navbera Amerîka û tirkiyeyê didomin
کوردستان TV
100%

 Temsîlkarê taybet yê Amerîka bo Sûriyê James Jeffrey di konferansa 37 emîn ya konseya hevkariya Amerîka-Tirkiye de, di mijara xebatên xwe yên bi Tirkiyê re bo Sûriyê axifî û weha got: Em bi Tirkiyê re dixebitin ku li Sûriyê herêmeka bi ewle ava bikin ku me hêj  li serê lihev nekiriye. Tirkiye di mijara ewlekariyê de endîşeyên wê yên ji dil hene. Amerîka endîşeyên Tirkiyê yên bo hevkarên me yên ku me bi hevre li dijî DEAŞê şer kiriye (YPG) baş dizane. Em û Tirkiye bi hevre li ser herêmeka bi ewle ku YPG tê de nebe, dixebitin. Tirkiye û Amerîka niha û di dîrokê de, hevkariyeka wan ya xurt ya jeostratejîk heye.”

Jeffrey ragihand ku gelek tişt hene divê li Sûriyê bên kirin û rejîma Esed divê dev ji sîlihên kîmyewî û nukleerî berde. Divê Sûriye nebe hêlîna terorîstan û Îranî dagerin malên xwe.

PeyamaKurd

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.