Berdevkê Komîsyona Şopandina Girtîgehan: Girtî li ber mirinê ne

parêzer dibêjin rewşa wan gelek aloze
کوردستان TV
100%

Berdevkê Komîsyona şopandina Girtîgehan Parêzer Îbrahîm Bîlîcî, diyar kir ku li girtîgehan çalakgerên greva birçîbûnê li ber mirinê ne û got: "Divê îktîdar, muxalefeta sereke û partiyên siyasî hemû daxwazên girtiyan û di Qanûna Înfazê de nexşerêyeke ku Ocalan jî dihebîne esas bigirin."

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 160'î de ye. Her wiha bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan jî ji 16'ê Kanûna 2018'an ve didome.

Ma

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.