Omer Beşîr hatiye girtin

ji aliyê konseya leşkerî ve hatiye girtin
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên nûçeyan, Serokê berê yê Sûdanê Omer Elbeşîr yê ku beriya çend rojan di encama xwepîşandanên girseyî û herwiha destwerdana leşkeran ji ser kar hatiye avîtin, hatiye girtin.

Biriya çend rojan hate belavkirin ku Omer Beşîr ji Sûdanê reviyaye lêbelê duhê Fermandarê hêzên bersifdana bilez general Mihemed Hemdan Daklu ragihand Omer Beşîr ne reviyaye belku li Xartûmê ji aliyê hêzên leşkerî ve hatiye girtin û di nava malekê de hatiye girtin.

Daklu herwiha diyar kir ku Beşîr nedixwest bi rê û rêbazên din dev ji postê xwe berde, lewre leşker neçar bûne destwerdanê bikin û vê were darizandin.

Niha li Sûdanê konseyeke leşkerî karûbarên welat îdare dike lêbelê xwepîşander daxwaza desthilateke medenî dikin.

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.