Cîgirê Sedam Husên, Îzet Dûrî ku di dema xwe de piştî Sedam kesê dudiyan yê li Îraqê bû, peyameke zarekî belav kiriye.
Îzet Dûrî di peyama xwe de derbarê dagîr kirina Kuwaitê ji aliyê Îraqê ve daxwaza lêbûrînê ji Mîrê Kuwaitê dike û dibêje Kuwait ti carî beşek nebûye ji Îraqê belku Îraq û Kuwait du welatin ji cîhana Erebî û dagîr kirina Kuwaitê kereke ne exlaqî bû.
Weke tê zanîn ku di 2ê Îlona 1990an de Sedam êrîşî ser Kuwaitê kir û du nava du rojan de Kuwait dagîr kir pişt re di 26ê Sibata 1991an de Amerîka Sedam ji Kuwaitê der kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin