Amerîka terorîstên DIŞIê li navendeke nû de zîndanî dike

welatên ewrûpî naxwazên terorîstên DIŞIê vegerin welatên xwe
کوردستان TV
100%

Wezîra berevanî ya Almanyayê Ursula von der Leyen ragihand ku li gel hikûmeta Amerîkayê li dor terorîstên DIŞIê yên biyanî gotûbêjên gelek girîng kirine û lihev kirine ku ev terorîstên DIŞIê yên biyanî yên ku li Îraqê hatine girtin, vê li Îraqê werin zîndanîkirin.

Li gor jêderên nûçeyan, welatên Ewrûpî qebûl nakin ku welatiyên wan yên ku çûne nava DIŞIê vegerin welatên xwe lewre daxwaz dikin ku li Îraq û Sûriyeyê werin dadgehkirin.

Ji aliyeke din ve jî hikûmeta Amerîkayê navendeke nû li Îraqê amade dike daku ev terorîstên DIŞIê yên biyanî tê de zîndanî bike.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.