Çend parêzgehên din yên Îraqê daxwaza biherêm kirinê dikin

çend parêzgehên din jî dixwazên xwe bikin herêm
کوردستان TV
100%

Piştî ku civata Parêzgeha Besreyê bi piraniya dengan, daxwaza biherêm kirina Besreyê perjirand, çend parêzgehên din yên Îraqê jî weke Besreyê dest bi gotûbêj kirina biherêm kirinê kirine.

Di vê derbarê de endamê civata parêzgeha Besreyê Kerîm Şewak ragihand ku piştî pejirandina biherêm kirina Besreyê, me li gel civatên çend parêzgehên din yên Îraqê giftûgo kiriye û ev jî dixwazên weke Besre xwe bikin herêm daku pergala fedralî li Îraqê bi awayekî rêk û pêk were cîhbicîhkirin.

Hêjayê gotinê ye ku zêdetir ji salekê ye civata parêzgeha Besreyê hewl bo biherêm kirina Besreyê dide lêbelê hikûmeta navendî li dijî vê yekê der dikeve.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.