Theresa May daxwazek pêşkêşî Yekîtiya Ewrûpayê dike

Serokwezîra Brîtanyayê dibêje emê qirîzê çareser bikin
کوردستان TV
100%

Serokwezîra Brîtanya Theresa May ji Yekîtiya Ewrûpa (YE) xwest ku veqetîna welatê wê ji YE’ê heta 30’ê Hezîranê taloq bike.

Li gor nûçeyeke voayê May ji Serokê Konseya YE’ê Donald Tusk re bi nameyekê got ku ger Brexit li parlamantoya Brîtanya were pejirandin ewê berî destpêka hilbijartina Parlamantoya Ewrupa ji YE’ê derkevin.

Hilbijartina Parlamantoya Ewrûpa dê di 23’ê Gulanê destpê bike.

Xanim da zanîn ku ger peyman li parlamantoya Brîtanya neyê pejirandin ew amade ne ku beşdarî hilbijartinên Parlamantoya Ewrupa bibin.

Li gor rewşa heyî, Brîtanya dê 12’ê Nîsanê de ji YE’ê derkeve.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.