Serokê Konseya Yekîtiya Ewrûpa (YE) Donald Tusk, piştî peymana Brexitê li parlamantoya Brîtanya cara sêyan hat red kirin banga civîneke din kir.
Li gor nûçeyeke voayê vê li ser daxwaza Tusk rayedarên YE’ê dê di 10 Nîsanê de kom bibin.
Komîsyona Ewrûpa jî da zanîn ku Brîtanya dibe ku di 12’ê Nîsanê de bêpeyman ji YE’ê veqete.
Li gor hiqûqa YE’ê Brîtanya dê di 29’ê Adarê de ji yekîtîyê derketa lê jiber ku YE’ê bi hin şertan taloqkirina Brexitê pejirandibû parlamantoyê jî biryar dabû ku dema veqetînê taloq bike.
YE’ê dîyar kiribû ku ger parlamanto Brexitê nepejirîne divê Brîtanya di 12’ê Nîsanê de ji yekîtiyê derkeve.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin