5 terorîstên DIŞIê li Selahedînê hatin kuştin

pevçûn îro qewmiye
کوردستان TV
100%

Peyvdarê tevgera çekdarî ya bi navê Seraya Selam Sefa Temîmî yaku balê leşkerî ya tevgera Sedire, ragihand ku îro li parêzgeha Selahedînê di navbera endamên tevgera Seraya Selam û terorîstên DIŞIê de pevçûn qewmiye.

Sefa Temînî herwiha diyar kir ku di encama pevçûna han de Emîrê DIŞIê yê li Selahdînê yê ku berpirsê veguhastin, pirçek kirin û perwerde kirina terorîstên DIŞIê bûye û navê wî Mihemed Întîxab bûye hatiye kuştin.

Temîmî tekez li ser vê yekê jî kir ku çar Cîgirên Întîxab jî hatine kuştin û herwiha sê endamên Seraya Selam jî birîndar bûne.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.