Trump: Li ser ji nav birina gefên terorê berdewam dibin

dibêje emê li ser şerê dijî terorê berdewam dibin
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîka Donald Trump pesnê bidawîhatina yekcarî ya DIŞIê dide û radigihîne, di hewlên xwe de bo jinavbirina gefên terorê berdewam dibin.

Di daxuyaniyekê de Serokê Amerîka dibêje: “Bi dilxweşî radigihînim ku bi hev re ligel Hevpeymaniya Navdewletî, hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji sedî sed navçeyên di bin kontrola DIŞIê de me rizgar kir.”

Trump di daxuyaniya de balê dikişîne ser wê yekê ku, di salên bûrî de 20 hezar Mile çargoşe ji DIŞIê hat paqijkirin û bi milyonan kes li Iraq û Sûriyê hatin rizgarkirin.

Serokê Amerîka dide zanîn, DIŞIê dixwast kuştina bikomî, destdirêjiya seksî li ser jinan û koletiyê qanûnî bike û hencetan jê re bibîne.”

Herwiha Trump di daxuyaniya xwe de tekeziyê li pabendbûna welatê xwe bi kar û hevahengiya berdewam bi Hevpeymaniya Navdewletî re di şerê li dijî DIŞIê û radîkalan dike.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.