Dozgerê taybet raporta xwe amade kir

ev îdîayên han du sale di rojevê dene
کوردستان TV
100%

Dozgerê taybetî yê Amerîkî Mueller rapora ser maytekirina Rûsya hazir kir.

Li gor nûçeyeke voayê Dozgerê taybet yê vekolîna îdiayên ser maytekirina Rûsya li hilbijartinên Amerîka yên sala 2016’an, Robert Mueller  rapora xwe ji wezareta dadê re şand.

Hîn ne diyar e ku ewê çiqasê raporê bi raya giştî re were parvekirin an na.

Wezîrê dadê William Barr dê ser lêkolîna Mueller raporekê hazir bike.

Lêkolîna ser îdiayên maytekirina Rûsya li hilbijartinên Amerîka du sal in didomin.

Di vê lêkolînê de heta niha dijî 34 kesan, ku 6 ji van di kempeyna hilbijartinê ya Donald Trump de cîh girtibûn, îdianame hat hazir kirin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.