Di demekê de ku hinek aliyên siyasî yên Îraqê hewl bo vê yekê didin daku proje qanûnek bo der kirina hêzên Amerîkî amade û pêşkêşî parlementoya Îraqê bikin, hijmarek Kongresmanên Amerîkî jî nameyeke vekirî bo Serokê Amerîkayê nivîsandine.
Di nameya xwe de Kongresmanên Amerîkî huşdariya vê yekê dane Serokê Amerîka Donald Trump ku vekêşana hêzên Amerîkî jî Îraqê şaştiyeke gelek mezine û lazime Amerîka vê şaştiya han neke.
Kongresmanên han herwiha daxwaz ji Trump kirine ku Amerîka berdewam be li ser pêşkêş kirina hevkariyan bo Îraqê û parstina Îraqê ji metirsiyên navxweyî û derve.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin