Li Newz Zelandê êrîşî ser du mizgevtan hate kirin û di encamê de 49 kes hatin kuştin. Di her du êrîşan de bi dehan kesên din jî birîndar bûne.
Polîsê Newz Zelandê ragihand, îro serê sibehê kesekî çekdar êrîşî ser Mizgefta Elnûr a li navenda bajarê Christchurch kiriye û xelkê di nava mizgeftê de daye ber gulleyan.
Polîs daye xuyakirin, her di heman demê de êrîşeke din bo ser mizgefteke din li bajarê Christchurch hatiye encamdan.
Medyayên Newz Zelandê belav kirine, di herdu êrîşan de zêdetir ji 49 kesann canê xwe ji dest dane û bi dehan kesên din jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin