Kongresê bernivîsa qutkirina piştgirîyê bo Koalîsyona erebî pejrand

amerîka hevkariyên xwe bo şerê Yemenê qut dike
کوردستان TV
100%

Civata Senatoran bernivîsa ser qutkirina piştgiriya bo koalîsyona bi pêşengiya Erebistana Siûdî ya li Yemenê şer dike, pejirand.

Bernivîs dijî 46 dengan bi 53 dengan hat qebûl kirin.

Li gor nûçeyeke voayê Pisporên sîyaseta Amerîkî didin zanîn ku pejirandina bernivîsa dijî Erebîstana Siûdî li sîyaseta Donald Trump, ku piştgirîya Rîyadê dike, darbeyek e.

Trump diyar kiribû ku ger Kongres bernivîsê bipejirîne jî ewê red bike.

Amerîka piştgirîya lojîstîk û îstixbartê dide koalîsyona bi pêşengîya Yemenê.

Di bernivîsê de tê xwestin ku Artêşa Amerîka heta 30 rojan bi temamî ji cenga Yemenê vekişe.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.