Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku Amerîka dê hemî karmendên xwe yên dîplomatîk vê hefteyê ji Venezuela vekişîne.
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ji Twitterê diyar kir ku wan jiber ‘’rewşa xirab’’ ya li Venezuela biryareke wisa daye û got ku hebûna dîplomatên Amerîkî yên li wî welatî rê li ber sîyaseta dijî Caracasê digire.
Pompeo ser dema vekişandina karmendên dîplomatîk ti agahî neda.
Wezareta Derve ya Amerîka di meha Rêbendanê de ferman dabû ku karmendên dîplomatîk yên di rêza duyê de ji Venezuela vekişin û xwestibû yên di rêza yekê de li wir bimînin.
Li Venezuela ji roja Pêncşemê vir ve elektrîk qut dibe û serokê wî welatî Nicolas Maduro ser nebûna elektrîkê Amerîka tawanbar dike.
Rêberê rikeberiya Venezuela Juan Guaido, ku Amerîka piştgirîya wî dike, bang li gel ku roja Sêşemê dijî Maduro protestoyên berfireh li dar xînin.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin