Serokê Amerîkayê proje qanûnek derbarê Tirkiyeyê de îmze kir

Amerîka dixwaze tirkiye dev ji s400an berde
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Amerîkayê, Serokê vê welatî Donald Trump duhê proje qanûnek îmze kiriye ku têde dibêje, eger Tirkiye berdewam be li ser kirîna pergala berevaniya mûşekî ya S400 ji Rûsyeyê, vê ji balefirên F35 bêpar were hêştin.

Çapemeniya Amerîkayê belav kiriye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ew proje qanûna han îmze kiriye û eger Tirkiye pergala berevaniya mûşekî ya S400 ji Rûsyeyê bistîne, vê demê Amerîka rê nade ku balefirên şer yên F35 ji Tirkiyeyê re werein radestkirin.

Hêjayê gotinê ye ku duhê jî çand anjansên nûçeyan yên Brîtanyayê belav kiribûn ku Cîgirê Serokê Amerîkayê bi rêya telefûnê li Erdogan geriyaye û jê re gotiye lazime dev ji S400 an berde, beruvajî vê rastî zextên dijwar bibe.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.