Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di gotareke xwe de diyar kir ku vê Amerîka pêngav bi pêngav hêzên xwe yên li Sûriyeyê vekêşe lêbelê vekêşîna han nayê wateya ku alîkarî û hevkariya navbera Amerîka û hevpeymanên Amerîkî yên li Sûriye û Bakûrê Sûriyeyê bi dawî dibe.
Pempeo anî ziman ku hevkariya navbera wan netenê berdewam dibe belku bihêztir jî dibe.
Pempeo derbarê gefên Tirkiyeyê yên bo êrîş kirine ser Kurdan li Sûriyeyê jî bi eşkere gef li Tirkiyeyê kir û got: Nabe Tirkiye bi ti awayî êrîşî ser Kurd li Sûriyeyê bike û eger Tirkiye tişteke wisa bike vê bedeleke gelek mezin bide.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin