Pempeo li Brukselê bi Mogherini re dicive

behsa rewşa Îranê kirine û Amerîka welatên Ewrûpî hayedar kiriye
کوردستان TV
100%

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Înê bi dîplomatên bilind yên Ewrûpî re, li Brukselî kom bû, rojeke piştî ku Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence hevalbendên Amerîka yên Ewrûpî bi pûçkirina toleyên dijî Îranê tawanbar kir.

Civîna bi berpirsa sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Federica Mogherini re, programeke din ya divêbû roja Pêncşemê li Warshawê pêk bihata, lê jiber programeke din ya Mogherini ew civîn çênebûbû.

Mogherini ku yek jî sîyasetvanên serekî ya YE ye ku di îmzakirina peymana navokî ya ligel Îranê roleke giring lîstibû û li ber e ew û Pompeo bu giranî ser kêşeya Îranê bipeyîvin.

Welatên Ewrûpî dibêjin ku ew fikarên Washingtonê yên derheqa rola Îranê li şerên Yemen û Sûriyê parve dikin, lê vekişîna Amerîka ji peymana çewt bû, jiber ku Îranê mercên wê bi cîh tînan.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.