Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku bi sêya hevkariyên navbera Artêşa Amerîka, Hevkarên Koalîsyonê û HSD'ê tevahiya axên di destê terorîstên DIŞIê de hatine azadkirin.
Serokê Amerîka Donald Trump bo nûnerên 79 dewletan yên beşdarî civîna Koalîsyona Cîhanî ya Têkoşîna Dijî DAIŞ’ê bûn, gotarek pêşkeş kir.
Trump diyar kir ku dibe ku ew hefteya pêş ragihînin ku koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, li Îraq û Sûriyê, DIŞI bi temamî têk biriye.
Trump got: Artêşa Amerîka, hevkarên me yên koalîsyonê û Hêzên Sûrîya Demokratîk, hema bêje hemû herêma berê di destê DIŞI’ê de bû rizgar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin