Civaka Tirkiyeyê bi medya xwe bawer nake, Tirkiye di rêza duyem de ye

baweriya xelkê Tirkiyeyê bi çapemeniya Tirkiyeyê nayê
کوردستان TV
100%

Rêjeya baweriya Civaka Tirkiyeyê bi hukumetê ji sedî 52 ye û baweriyê bi dezgehên navnetewî nake. Herweha rêjeya baweriya bi saziyên navnetewî zêde bûye.

Ajansa Navnetewî ya bi navê Edelman, di 26 welatan de bi beşdariya zêdetirî 33 hezar kesi rapirsî çêkiriye. Ajansê rapora barometreya baweriyê ya 2019an belav kiriye. Edelman, ji 2001î heta îro vê raporê her sal amade dike.

Lêkolîna ku bi rapirsiya online hatiye kirin, di navbera 9ê Çiriya Pêşiyê û 16ê Çiriya Paşiyê ya 2018an de pêkhatiye.

Li gor raporê, civaka Tirkiyeyê di 2019an de bawer dike ku şîrket civakê bi pêşdixe û medya jî saziya ku herî kêm pê nebawere. Rêjeya baweriya Civaka Tirkiyeyê bi hukumetê ji sedî 52 ye û baweriyê bi dezgehên navnetewî nake. Lê  rêjeya baweriya bi saziyên navnetewî zêde bûye.

Li Tirkiyeyê ji sedî 72yê civakê bawer dike ku şîrket civakê bi pêşdixe

Rêjeya jinan ya baweriya bi hukumetê  kêmtir e

Li gor raporê  Li Tirkiyeyê ji sedî 57ê civakê baweriyê bi Rêxistinên Civakî yên Sivîl dike. Jin ji sedî 3 ji mêran zêdetir baweriyê bi Rêxistinên Civakî yên Sivîl dike Herweha jin ji sedî 3 ji mêran kêmtir bi hukumetê bawer dike.

Rêjeya Baweriya bi YEyê û NYyê zêde dibe

Di sala 2019an de baweriya civaka Tirkiyeyê ya bi Yekitiya Ewropayê(YE), 7 pûan zêde bûye û rêje gihiştiye ji sedî 40î û baweriya bi Neteweyên Yekgirtî jî 5 pûan zêde bûye rêje gihiştiye ji sedî 41î.

Ji çar kesî yek bi medyayê bawer nake

Li gor raporê li Tirkiyê û Cihanê saziya ku herî pê nayê bawerkirin medya ye. Li cîhanê baweriya bi medyayê 3 pûan zêde bûye rêje gihîştiye ji sedî 47an. Heerweha li Tirkiyeyê 3 pûan kêm bûye û rêje ketiye ji sedî 27an.

Civaka Tirkiyeyê bi medya xwe bawer nake, li piştî Rûsyayê di rêza duyem de ye.

Bianet

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.