Hêzên Îraqî ketine amadebaşiyê

dixwazên rê nedin DIŞI bikeve nava axa Îraqê
کوردستان TV
100%

Jêderekî leşkerî ya artêşa Îraqê diyar kir ku hêzên pasewanên sînor yên Îraqê bi fermana fermandariya giştî ya hêzên han ketine amadebaşiyê.

Ev jêderê han diyar kiriye ku armanca hêzên han ji amadebaşiyê, ewe daku li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê, bikaribin ewlekariya wan deveran biparêzin û rê nedin ku terorîstên DIŞIê ji Sûriyeyê derbasî nava axa Îraqê bibin.

Jêderê leşkerî aniye ziman ku Îraq û Sûriye xudan sînoreke zêde ya hevbeşin û di demên berê de terorîstên DIŞIê fêde ji wan sînoran wergirtine û di navbera Îraq û Sûriyeyê de hatûçû kirine.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.