Li welatê Meksîkayê li eyaleta Hidalgoyê bi sedema ku ji xeta petrolê petrol dixizinî û derdiket ser erdê, agir bi petrolê ketibû,teqîn çêbûbûn û gelek kes miribûn. Niha jimara miriyên vê bûyerê gihaye 114 kesan.
Wezîrê tenduristiyê yê Meksîkayê Jorge Alcocer ragihand ku piştî teqînê birîndarên ku tedawî dibûn 46 kes bûn û bi temamî mirin. Bi mirina van kesan jimara miriyan gihaye 114 kesan.
PeyamaKurd
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin