Cîgirê Yekem ê Serokkomarê Îranê Ishaq Cihangîrî diyarkir, ku Îran di nava pêvajoyek dijwar û aloz de derbas dibe.
Cîgirê Yekem ê Serokkomarê Îranê Ishaq Cihangîrî beşdarî pêşangeha navneteweyî ya Ferabî li paytext Tehranê bû û gotarek pêşkeş kir.
Cehangîrî diyar kir, ku Îran di pêvajoyeke dijwar û aloz de derbas dibe û pêwistiya diyalogê di navbera desthilat û gel de, niha ji her demî girîngtir e.
Di axaftina xwe de anî ziman, ku: Ger gelê Îranê insiyatifê bigre pirsgîrek dikarin bikevin rêya çareseriyê de. Bi rêya ramana zanyar û desthilata siyasî, em dikarin dilgiraniyên civatî û pirsgîrekên aborî bixin rêyek rast a çareseriyê de”.
Ligor medya Îranê, Cihangirî herweha diyarkir, ku Amerika beramberî Îranê şerek aborî, lê derûnî û medyayî jî birêve dibe û bi vî awayî dixwaze bandorê li gencên Îranê bike, ku baweriya wan bi pêşerojê nemîn e.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin